Sereke

Gelo Elîyêv axa Qerebagêye okûpasîyakirî kontrol nake?

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bêyî tu hîmî Ermenîstan nava wê yekêda gunehkar kirîye, ku ew giva nahêle ku mîsîya YÛNÊSKO-ê here Qerebagê, nava wêda usa jî li wan têrîtorîya, yên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê.Wextê hevdîtina tevî koordînatora Organîzeya Netewên Yekbûîye li Adirbêcanê, Elîyêv  gazinê xwe kirîye, wekî Bekûyê hîvî ji YÛNÊSKO-ê kirîye ku pêşîya agrêsîya Adirbêcanê li wir biqesidin.

“Wekîlê YÛNÊSKO-ê gotîye, wekî teşkîleta wan pirsên sîyasîva mijûl nabe. Piştî şêr em ji YÛNÊSKO-ê pê hesîyan, wekî ew dixwezin bên. Em zendegirtî man, çimkî me 3O-î salî gazî wan dikir, lê piştî şêr qirar kirin bên.Em wê yekêra qayîl bûn, lê anegorî înformasîyayên dawî em pê hesîyan, wekî mîsîya hazire, lê niha jî Ermenîstan careke mayîn şikyat dike”,- Elîyêv gotîye.

Elîyêv bi zanebûn wekîlê teşkîleta navnetewî dike nava şaşîyê. YÛNÊSKO-ê gelek cara derheqa seredana li Qerebagê gotîye, lê ew rûyê nexwetina Adirbêcanê nehatîye mîyaserkirinê.Bi wî cûreyî Bekû dicêribîne vandalîzma azêrîyaye dijî heykelên ermenî veşêre, derheqa kîjanada gelek şedetî hene. Heger usa nîne, usa dertê ku Elîyêv wan têrîtorîya kontrol nake, çimkî ew dibêje ku qayîlîya ermenîya pêwîste.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button