Sereke

Heger halê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra diha xiravbe, mektebên Ermenîstanê dikarin derbazî hînbûna onlayn bibin

Ji 1-ê îlonêda şuxulkarîya dersên mekteba wê destpêbe, li kîderê hemû qanûnên xweparastinê wê bêne xebitandinê. Derheqa wê yekêda cîgira wezîrê Ermenîstanêyî sportê, perwerdê û kûltûrayê Janna Andrêasyanê gotîye.

Ewê daye zelalkirinê, wekî ew mektebên ku rûyê halê  ji koronavîrûsê pêşdahatî bikevine nava halê xirab, wê derbazî hînbûna onlayn bibin. Bi gotina wê, mekteb bi xwe dikarin qirarkin ku bi çi rêjîmê bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button