Sereke

Pêşkêşvana têlêvîzîyona tirkî îzin nedaye mêvana progirama xwe ku ew kurdî biaxive

24-ê tebaxê, wextê progirama  têlêvîzîyona tirkîye zindî, ya «Show TV»-ê, pêşkêşvana progiramê îzin nedaye jineke kurd ku ew bi zimanê xweyî dayîkê biaxive û serbara serda jî zimanê kurdî çawa zimanê “rojhilatî” nav kirîye.

Pêşkêşvana progiramê niha ji alîyê piranîya kurdên Tirkîyayêda, bona wê bêhurmetkirinê, tê rexnekirinê.Ewê gotîye mêvanê: “Ya rast ew e ku tu bi tirkî biaxivî… Eva Komara Tirkîyayê ye”.

Xeberdana mêvana stûdîyayê piştî wê yekê dane teribandinê, çawa ku ewê berdewam kirîye kurdî biaxive.

Aktîvîstên civaka sîvîl niha bang dikin ku progiramê bidine sekinandinê û wê yekê çawa dîskrîmînasîya bi mîlîona kurdên li Tirkîyayê nav dikin.

HDP-ê jî ev kirin gunehkar kirîye.Parlamêntvana ji HDP-ê Remzîyê Tosinê ew yek çawa dijminatîya hindava kurda da nav kirîye.

Nenihêrî wê yekê wekî li Tirkîyayê bi mîlîyona kurd dijîn, zimanê kurdî li îdarên fermî qedexekirîye.

Li parlamênta Tirkîyayê jî çendik-çend cara rûyê gotina xeberên kurdîda pevçûyîn qewimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button