Li Ermenîsîanê wê merkeza bêqezîyabûna kîbêrnêtîkî sazbe: Arşakyan
Serokatîya Ermenîstanê wê derbazî sazkirina merkezên cesûsîya der û bêqezîyabûna kîbêrnêtîkî bibe. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamêntê Hakob Arşakyan, wextê gotûbêjkirina bernama hukumatê, gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew înstîtût bi salên dirêj tambûyî nîbûye û ewê cedandina nehêvşînin ku wê yekê bidine qewînkirinê.
Arşakyan gotîye wekî bona welêt, li rex cêrge pirsa, usa jî pirsa destanîna sîliha û hewcetîyên esker ji byûcêya welêt çend cara zêdetirin û bo wê yekê jî tevî wekîlên hêzên sîlihkirî gotûbêjkirin tên mîyaserkirinê, wextê kîjana tê qirarkirinê ku pirsên here pêşin kîjanin.
Ew yek usa jî teyarên SÛ-3O-va girêdayî ye û bona wan teyara rokêtên anegor û kirîna tiştên mayîn pêwîst e.
Bi gotina wî, qirarên derheqa sazkirina merkezên cesûsîya der û bêqezîyabûna kîbêrnêtîkî li ser hîmê pêşnyarên sîstêmên anegor hatine qebûlkirinê.