Sereke

Tagûhî Tovmasyan rûyê wê yekêda, wekî Adirbêcanê mafên mêrive li Syûnîkê teribandine, berbirî sîstêmên navnetewî bûye

Seroka komîsîya parlamênta Ermenîstanêye parastina mafên mêriv Tagûhî Tovmasyan berbirî sîstêmên navnetewî bûye û daye dîyarkirinê, wekî rûyê kirinên Adirbêcanêda li Syûnîkê mafên mêriv hatine teribandinê.

“Welatîyên hizkirî, çawa ku hûn zanin, qulixçîyên azêrîye leşkerî li qeza Syûnîkê  rêya ji Gorîsê hetanî  Kapanê dane girtinê û niha naxwezin vekin. Rûyê wê yekêda rêya sê gunda hatîye girtinê.

Bo wê yekê jî min namên anegor şandine ofîsên navnetewî, yên ku bi parastina mafên mêrvva mijûl dibin”,-Tovmasyanê rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button