Sereke

Em hazirin nava karê kifşkirina /dêlîmîtasîya/ sînorada piştgirîyê bidin: Jozêp Borêl name Mîrzonyanra şandîye

Cîgirê serokê komîsîya avropî, wekîlê  Yektîya Avropayêyî pirsên karên der û bêqezîyabûnê,  Jozêp Borêl Ararat Mîrzoyan pîroz kirîye.

“Ez We girêdayî wê yekêra pîroz dikim, ku Hûn qulixa wezîrê Ermenîstanêyî karên derda hatine kifşkirinê.

Ermenîstan hevalkara Yektîya Avropayêye girînge.Ji sala 2O18-da  pêwandîyên me aktîv bûne, lê ji 1-ê adara sala 2O21-da qayîlnivîsara derheqa hevkarîyêda qewateke nû da wê yekê.

Em hazirin hevkarîya dualîye nava govekên hewaskarda berdewamkin.

Kifşkirina We piştî şerê sala derbazbûyî mîyaser bûye û ez dixwezim hazirîya Yektîya Avropayê îzbatkim, bi meremê helkirina pirsgirêkêye bi wedê dirêj.Em piştgirîya hindava koma Mînskê berdwam dikin. Tevî wî hemû tiştî, em hazirin nava karê dêlîmîtasîya sînorada piştgirîyê bidin.

Bi hesabhildana  halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî, îzinê bidin ez bêjim, wekî Yektîya Avropayê wê piştgirîyê bide Ermenîstanê, ku vê krîzeya nava saxlemîxweykirinêda bighîjine serkeftinê.

Ez bo We açixîya li vê qulixa nûda dixwezim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button