Sereke

Makron seredana xweye li Kurdistanê ser hevda anîye

Piştî çûyîna ji paytexta Kurdistanê, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron seredana xwe bi elametîyêva serhevda anîye.

Ewî Twittêrêda nivîsîye: “Duh min xwest seredana xweye li Îraqê hema li Hewlêrê serhevda biînim. Frnsîyayê tu cara xwepêşkêşkirina şerkarên kurde nava şerê dijî DAÎŞ-ê bîr neke”.

Ewî usa jî razalixî elamî serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirîye bona hevdîtina li Hewlêrê, li kîderê ew usa jî rastî  nevsên kurde derecebilinde mayîn hatîye.

Seredana Makrone li Hewlêrê, piştî tevbûna wîye tevî konfêransa li Begdayê qewimî, ya ku bi prêssayê, bi berfireyî hate dîyarkirinê, ku Fransîya bi dîrokî dosta kurdaye.

“Di navbera cimetên Fransîyayê û Kurdistanêda pêwandîyên dostîyêne”,-Makron wextê prêss-konfêransa tevî Nêçîrvan Barzanî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî Kurdistan bi pevgirêdanên dostîyêva Fransîyayêva girêdaîye û Fransîyayê hevkarîya nava  şerkarîya dijî DAÎŞ-ê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button