Sereke

Organîzeya Netewên Yekbûyî bang dike ku qayîlnivîsara Şengalê bê mîyaserkirinê

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê banga xwe careke mayîn wekilandîye, wekî qayîlnvîsara Hewlêrê û Begdayêye girêdayî Şengalêra bê mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda Janîn Hênîs Plasçêrtê elamî rojnamevana kirîye û daye dîyarkirinê, wekî qayîlnivîsara derheqa wê nehîya êzdîyada gelekî girînge.Ewê bi yazixî elam kirîye, wekî qayîlnivîsar sala par hatîye îmzekirinê, lê hetanî niha nehatîye mîyaserkirinê.

Plasçêrtê bangî Hewlêrê û Begdayê kirîye ku cedandinên xwe bidine aktîvkirinê, ku qayîlnivîsar mîyaserbe, çimkî ew yek ne tenê bona Şengalêye, lê usa jî bona provînsîyayên Nînêvîyayê û temamîya Îraqê girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button