Sereke

Stêpanakêrt: Adirbêcan, bi piştgirîya Tirkîyayê, ji Afganistanê çekdara cîguhastî Qerebaga okûpasîyakirî dike

Adirbêcan, bi piştgirîya Tirkîyayê, ji Afganistanê çekdara cîguhastî wê beşa Qerebagê dike, ya ku hatîye  okûpasîyakirinê.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî NEWS.am -ê, wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.

“Piştî wê  yekê, wextê ku li Afganistanê “Talîbanê” desthilatdarî hilda destê xwe, çend çekdarên “Al Qaîdayê” lez cîguhastî li wan nehîyên Komara Arsaxê bûn, yên ku Adirbêcanê okûpasîya kirine. Ev yek tevî Tirkîyayê tê kirinê û çend armancên wan hene. Femdarîye wekî Tirkîya dixweze mezmezkê pişta çekdarên xwe xilazke, kîjana ew li herêmên cuda-cuda dide xebatê, bi taybetî li Rojhilata Navîn.Cîhwarkirina çekdaraye li wan nehîyên Qerebagêye okûpasîyakirî, wê bona Rûsîyayê û Îranê, usa jî bi tomerî bona bêqezîyabûna herêmê pirsgirêka pêşda bîne. Ew yek usa jî  tê bêjî kontrola li ser Adirbêcanêye. Li van nehîya îdî gelek komên têrorîstaye navnetewî hene, yên ku ji alîyê Bekûyêda nayêne kontrolkirinê, lê ji alîyê Tirkîyayêda tên kontrolkirinê. Bi vî cûreyî Tirkîya tabîyên xwe li Adirbêcanê qewîn dike. Nenihêrî wê yekê wekî dibêjin ku mileteke û du dewletin, Tirkîya mecalên qewatê dide xebatê, ku  “birayê wê”, nişkêva poşman nebe.Bona veşartina wê yekê înformasîyayên nerast belav dikin ku giva mihacirên afgan li wan dera cîhwar dikin. Feqet em hemû jî zanin, wekî mihacirên ji Afganistanê diçin welatên Rojavayê”,- Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button