Sereke

Em bangî Adrbêcanê dikin ku bêyî tu qewil û qirara dîla aza berdin: Lavrov

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov elam kirîye, wekî alîyê rûsa bangî Adrbêcanê dike ku bêyî tu qewil-qirara hemû dîlên leşkerî aza berdin. Derheqa wê yekêda Lavrov li Moskvayê, wextê prês-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karen der, gotîye.

“Em vê gotinê, guhartina hemû dewsa hemûya, hevalkarên xweye azêrîra dişînin, em bang dikin ku bêyî tu qewil-qirara hemûya aza berdin”,- wezîrê Rûsîayêyî karên der gotîye.

Bi gotina wezîr, kirina Adrbêcanêye wî cûreyî wê bibe ew mecala aminayêye sîmvolîk, kêmasîya kîjanê tune. “У, bêguman, evê bibûya gava hûmanîtarîye girîng”,-ewî serda zêde kirîye. “Emê ji vê tabîyê xeberdanê berdewam bikin, lê qirara dawî hê meva girêdayî nîne”,- Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button