Sereke

Helkirina pirsgirêkêye wededirêj tenê bi rêya parevekirin û kifşkirina sînora dikare bibe:Lavrov

Em li ser wê yekê disekininin, wekî hemû pirs gerekê bi rêya edil û dîplomatî bêne helkirinê. Lê helkirina pirsgirêkêye wededirêj tenê bi rêya parevekirin û kifşkirina sînora dikare bibe. Derheqa wê yekêda Lavrov li Moskvayê, wextê pres-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karen der, gotîye.

Ewî usa jî gotîye, wekî şuxulkarîya mîyaserkirina pevketinên 9-ê mijdara sala 2020-î û 11-ê çileya sala 2021-ê hatiye gotûbêjkirine, nava encamên kîjanada li hev hat dew-dozê cîguhastî deşta sîyasî bikin.

“Em pevketine ku usa jî pirsên paşdaanîna dîlên ermenîye leşkerî û teslîmkirina xerîtên deştên mînkirî ji guhdarîyê der nehêlin. Me usa jî derheqa pêwîstîya şuxulkarîya hemsedirên koma Mînskê îzbat kirîye”,- Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button