Sereke

Hevaltîya Rûsîyayêye neftê û gazê «Gazprom nêft»-ê ênsîklopêdîya dîrok û kûltûra cimeta kurd bi cûrê êlêktronî hazir kirîye /wêne/

Hevaltîya Rûsîyayêye neftê û gazê «Gazprom nêft»-ê ênsîklopêdîya dîrok û kûltûra cimeta kurd, ya bi sernavê «Kurd: lêgênda Rojhiltê», cûrê êlêktronî hazir kirîye.Kitêba ji alîyê kampanîyayêda hazirkirî dinîyayêda ênsîklopêdîya tame, ya ku pêşkêşî dîrok û çanda cimeta kurd kirine.

Kitêbêda xerîte, wêne û înfografîka ji berevokên mûzêyî û ûnîvêrsîtêtên dinîyayêye cuda-cuda hatine raberkirinê.Derheqa erf-edetê kurda, dînên nava kurdada, cejinên wan, ziman, folklor û wêjeyêda hatîye nivîsarê.

Cuda usa jî derheqa pêwandîyên kurdaye dîrokîye tevî împêratorîya Rûsîyaya Sovyêtê û Fêdêrasîya Rûsîyayêda hatîye raberkirinê.

Kitêb bi zimanên  rûsî û înglîzî , usa jî bi zaravên kurdîye kurmancî û soranî hatîye çapkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button