Sereke

Vîyan Daxîl: serokatîya Kurdistanê tu cedandina nahêvşîne ku piştgirîyê bide mihacira û parastina wan

Aktîvîsta êzdî û parlamêntvana Îraqêye berê Vîyan Daxîlê elam kirîye, wekî serokatîya Herêma Kurdistanê guhdarîya mezin datîne ser pirsên mihacira û tu tiştî nahêvşîne ku wana biparêze.

Derheqa wê yekêda nava wê elametîyêda hatîye gotinê, ya ku ewê piştî teqîna li qampa Zaxoyê, belav kirîye. Em bêjn wekî nava encamên wê teqînêda kuştî û birîndar hene.

«Nîşanên teqînêye pêşin didine kifşê, wekî li qampa mihacirên êzdîye li nehîya Zaxoyê kirina têrorîstî hatîye mîyaserkirinê, nava encamên kîjanêda du zarok hatine kuştinê û pênc jî birîndar bûne. Em bangî hemû xebatkarên bêqezîyabûnê dikin, ku prosêsên bêqezîyabûnê bidine berkkirinê û em usa jî bangî binelîyên qampê dikin ku hişyarbin û tevî organên bêqezîyabûnê hevkarîyê bikin»,- Vîyan Daxîlê gotîye.

«Bi wê yekêva tevayî em hîvîyêne, wekî lêpirsînê hetanî dawîyê berdewambe û em îzbat dikin, wekî serokatîya Herêma Kurdistanê guhdarîya mezin datîne ser pirsên mihacira û wê tu cedandina nehêvşîne ku wana biparêze»,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button