Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas hatîye /vîdyo/

Nava dorana seredana li Moskvaê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî sêkrêtarê  Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas hatîye.

Ararat Mîrzoyan û Stanîslav Zas bi hûrgilî derheqa pirsên dînamîka weguhastinên herêmî û navnetewî gotûbêj kirine, kîjan bandoreke dîrek li ser  berjewandîyên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dihêlin.

Nava doranên seredanêda misiletçîya usa jî derheqa ji alîyê qewatên azêrîyaye sîlihkirîda ketina li beşên Ermenîstana serbixwe, xeberdane.

Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî wextê serokatîya Ermenîstanêye pêşerojêda, ya nava orgenîzeyêda, Ermenîstanê bona pêşxistin û qewînbûna potênsyala orgenîzeyê cedandina bide xebatê. Stanîslav Zas jî daye bawarkirinê, wekî sêkrêtaryata orgenîzeyê wê hemû cedandinên pêwîst bide xebatê ku serokatîya Ermenîstanêye nava orgenîzeyêdabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button