Sereke

Dîsa şedetîyên girêdayî 8O dîlên leşkerîva hene, yên ku dîl ketine: Sîranûş Sahakyan

Dîsa şedetîyên girêdayî 80 dîlên leşkerîva hene, yên ku dîl ketine. Derheqa wê yekêda,wextê rasthatina tevî rojnamevana,wekîla berjewandîyên dîlên  ermenîye leşkerî ya li mehkema avropîye mafên mêriv, Sîranûş Sahakyanê gotîye.

“Ew yek pirseke başqeye, ku piştî dîlketinê ew çiqas wext sax mane, yan jî gelo ew niha saxin, nava pirsêda gelek şedetî hene”,- Sahakyanê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî xêncî 45 dîlên leşkerî, 80 jî gerekê paşda bihatana vegerandinê.

“Bona çi Adirbêcan wê yekê îzbat nake,bona ku ew bêne paşdavegerndinê, du menî hene, berê ewlin ya sîyasî wekî ew cabdarîyê hilnade ser xwe ku merivên başqe hene, yan jî ew bi zêrandina hatine kuştinê”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button