Sereke

Mezlûm Ebdî: serokatîya ŞAY-ye nû piştgirîya diha zêde dide me

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî serokatîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye nû diha zêde piştgirîya sîyasî û leşkerî dide wan, ne ku serokatîya berê. Derheqa wê yekêda ewî gotîye  The Washington Post-ê.Gênêral Ebdî gotîye, wekî nava hevt mehada cara ewline  ku pêwandîyên tevî Waşîngtonê gelekî baş bûne û halê li bakûr-rohilatê Sûrîyayê wê diha başbe, heger  Ştatên Yekbûyî sozên xwe biqedîne.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî serokatîya ŞAY, piştî derxistina eskerê xweye ji Afganistanê, îzbat kirîye, wekî li Sûrîyayê guhartin  wê tunebin.

Ewî derheqa qezîya DAÎŞ-da xeberdaye û gotîye, wekî ji 11OOO-î zêdetir endamên DAÎŞ-ê girtîne û bona xweykirina wan hebsa hazirîya başqe lazime. Mezlûm Ebdî daye dîyarkirinê, wekî ew hêvîdare ku ŞAY wê li Rojavayê bimîne hetanî wî çaxî, hetanî ku krîzeya Sûrîyayê neyê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button