Sereke

Ararat Mîrzoyan: Yêrêvan hazire girêdayî pirsgirêka Qerebagêra hevraxberdana tevî Bekûyê destpêke

Yêrêvan hazire  girêdayî pirsgirêka Qerebagêra hevraxberdana tevî Bekûyê destpêke, li ser hîmê wekehevtîyê û nexebitandina qewatê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararata Mîrzoyan gotîye RÎA Novostîyê.

“Komara Ermenîstanê gelek cara elam kirîye, wekî hazire şuxulkarîya dew-doza Qerebagêye bi rîya edil destpêke li  ser hîmê wan prînsîpên eyan. Piştî îmzekirina elametîya sêalîye 9-ê mijdarê, hemsedira cêrge elametî belav kirine. Alîyê ermenî ev elametî silv kirine û hesab kirîye wekî eva xerîta rêye ku li herêmê aşîtî sazbe”,- wezîr gotîye.

Bi wê yekêva tevayî Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan qayîlnivîsara agirbestê mîyaser nake, bi kîjanê  berî her tiştî, pêwîste ku hemû dîlên leşkerî bêne paşdavegerandinê. Wezîr usa jî Bekû nava wê yekêda gunehkar kirîye ku ew ketîye têrîtorîya Ermenîstanê û dewekarîyên feş pêşda dikişîne. “Alîyê ermenî wê mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê  pêşda bikişîne, ku ew mafê jîyîna azaye li welatê xwe mîyaserke”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button