Sereke

Hewlêr û Begda bona yekbûna hêzên xweye li nehîyên hevraqayîlnekirî gihîştine qayîlîya dawî

Wezîreta  Kurdistanêye pêşmerga elam kirîye, wekî ew tevî wezîreta Îraqêye parastinê gihîştine qayîlîyê ku li ser têrîtorîyayên di navbera Hewlêrê û Begdayêye hevraqayîlnekirî hevkarîyê bikin. Şoriş Îsmayîlê wezîr gotîye, wekî hevkarîya du pareskera wê bêqezîyabûna li wan nehîya bide çareserkirinê.

Ev înformasîya usa jî ji alîyê wekîlê koalîsîyona navnetewî Todd Bêroûzda hatîye îzbatkirinê.

Em bêjin, wekî destpêka meha tebaxêda hatibû elamkirinê, wekî Hewlêr û Begda prosêsa hevkarîya pareskerên herdu alîyada destpê kirine.

Serokatîya Kurdistanê gelek cara eşaretî dabû wekî li wan nehîya DAÎŞ careke mayîn paşda vedigere û bo wê yekê pêwîste ku opêrasîyonên leşkerîye tevayî debazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button