Sereke

Tirkîya li ser têrîtorîyayê Sûrîyayê sîyasîya tirkîzasîyakirinê derbaz dike

Dewleta Tirkîyayê sîyasîya xweye tirkîzasîyakirinê bi alîkarîya mêtodên cûre-cûre li ser têrîtorîya Sûrîyayêye okûpasîyakirî derbaz dike, bi taybetî li Efrînê, Serê Kanîyê  û Girê Sipî. Tirkîzasîyakirina li Sûrîyayê cêribandineke serokê Tirkîyayê Êrdogane bona wê yekêye, ku împêratorîya osmanî careke mayîn bide dasekinandinê.

Teşkîleta Sûrîyayêye mafparêz elam kirîye, wekî serokatîya ûnîvêrsîtêya Ezazê beşên nû vekirine, yên mînanî fakûltêya pevgirêdana û zimanê tirkî.

Anegorî qanûnên navnetewî û konvênsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî dewleta tirka li van nehîya nikare serokatîyê bike, çimkî nehîyên dîyarkirî bin okûpasîyayêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button