Sereke
Ermenîstan bona xebatên kifşkirina sînora hazire: sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê

Ermenîstan hîvîya bersiva Adirbêcanêye, ya derheqa xebatên kifşkirina sînorada. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye.
“Ermenîstan bona xebatên kifşkirina sînora hazire. Derheqa wê yekêda me vekirî gotîye. Niha tu xebat nayêne kirinê, em hîvîya bersiva Adirbêcanêne”,-Grîgoryan gotîye.
Sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê bi hêvîdarî gotîye, wekî Adirbêcanê jî bersvbê bide û mecalê çêbe ku xebatên dîyarkirina sînora lez destpêkin, bona ku krîzeya li ser hidûd sazbûyî lez bê helkirinê.