Sereke

Amnesty International : mihacirên ji Sûrîyayê tên zêrandinê, girtinê û undakirinê

Bi deha mihacirên Sûrîyayê, yên ku ji welatên mayîn paşda vedigerin, tên girtinê, zêrandinê û tên  undakirinê.Derheqa wê yekêda teşkîleta mafparêz Amnesty International-ê eşaretî daye, wekî Sûrîya hê bona qebûlkirina mihacira bêqezîya nîne.Nava raporta xweda teşkîletê daye dîyarkirinê, wekî teribandinên wî cûreyî hindava 66 meriva hatine kirinê, nava wanda jî 13 zarok hebûne.

“Xebatkarên cesûsîya Sûrîyayê jin, zarok û mêrên ku vedigerin Sûrîyayê bi neqanûnî digrin û dizêrînin û paşê unda dikin”,-nava raporta teşkîletêda hatîye gotinê. Teşkîletê cêrge şedetî raber kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button