Sereke

Hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê usa jî rastî serokkomarê Arsaxê hatîye

Serokkomarê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan li Yêrêvanê rastî hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv hatîye.

Serokkomar hemsedirê nûra, yê ji alîyê Rûsîyayêda, açixî xwestine û daye dîyarkirinê,wekî Arsax dîsa li ser wê tabîyê dimîne û hazire ku şuxulkarîya koma Mînskê berdewambe.

Pirsên derheqa dew-doza azêrîya-qerebagîyada hatine gotûbêjkirinê û derheqa seredana hemsediraye zûtirekêye li herêmê, hatîye dîyarkirinê. Nava karê xweykirina aşîtîyê û qewînbûnêda, Harûtyûnyanê serok girîngîya cuda daye şuxulkarîya aşîtîparêzên rûse li herêmê.

Tevî hevdîtinê bûne usa jî wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan û nevsên mayîne fermî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button