Sereke

Li Îranê elam kirine wekî dikarin derba bighînine komên têrorîstîye li Kurdistana Îraqê

Hêzên Îranêye sîlihkirî dikarin derba bighînine komên têrorîstîye li Kurdistana Îraqê, heger ew qezîyayê bona Îranê raberkin. Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên Îranêye korpûsa şorişa îranî, gênêral Mehmed Pakpûr gotîye.

“Komên têrorîstîye sîlihkirî, dicêribînin bakûrê Îraqê bona sazkirina cîhê xwe nêzîkî sînorê Îranê cîhwarbin”,-ajansa  ÎRNA-ê daye dîyarkirinê.

Gênêralê îranî gotîye,wekî hukumata Îraqê û Herêma Kurdistanê gerekê îzinê nedine têrorîsta, ku ew li wir komên xwe sazkin, yên ku bona Îranê qezîyayê pêşda tînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button