Serekwezîrê Ermenîstanê hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv qebûl kirîye
Nîkol Paşînyanê serekwezîr hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê, yê tezekifşkirî, Îgor Xovayêv qebûl kirîye.
Seredana li Yêrêvanê bi cûrê nasîyaxwedayînê derbaz bûye.
Tevbûyên rasthatinê rêyên helkirina pirsgirêka Qerebagê gotûbêj kirine û nava wê hemtêkstêda derheqa girîngîya hemsedirtîya koma Mînskêda dane dîyarkirinê.
Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan jî hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê qebûl kirîye. Pirsên derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê û derheqa girîngîya destpêkirina şuxulkarîya edile bin bandora hemsedirtîya koma Mînskêda hatîye dîyarkirinê.
Mîrzoyanê wezîr derheqa piştgirîya alîyê ermenîye hindava elametîyên koma Mînskêda elam kirîye, li kîderê derheqa prînsîpên anegorda û helkirina pirsgirêkêye li ser wî hîmî hatîye dîyarkirinê.Xebedan usa jî derheqa dîlên leşkerîye ermenîda û paşdavegerandina wanda çûye.