Sereke

Banka hemdinîyayê hazire nava karê mîyaserkirina stratêcîya hukumata Ermenîstanêye nûda piştgirîyê bide

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan serokê beşa banka hemdinîyayêye li Qafqasîya Başûr û seroka beşa ofîsa banka hemdinîyayêye li Ermenîstanê Karolîn Gêgînat qebûl kirine.Wextê hevdîtinê Karolîn Gêgînatê daye dîyarkirinê, wekî banka hemdinîyayê hazire nava karê stratêcîya hukumata Ermenîstanêye nûda piştgirîyê bide, cêribandin û zanebûnên here baş bîne Ermenîstanê.Hatîye ragîhandinê, wekî cîgirê serekwezîr mêvan silav kirine û girêdayî kifşkirina Karolîn Gêgînatêra ew pîroz  kirîye û daye bawarkirinê, wekî hukumata Ermenîstanê wê  wextê mîyasekirina mîsîya wêye girîng, piştgirîyê bide Karolîn Gêgînatê.

Serokê beşa bankêye li Qafqasîyayê Sêbastîyan Molênîûs  cîgirê serekwezîr pîroz kirîye û seroka beşa bankêye li Ermenîstanê raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button