Sereke

Serokê Yektîya Avropayêyî pirsên sîyasîya der li Hewlêrê rastî lîdêrên kurd hatîye

Wekîlê Yektîya Avropayêyî  pirsên der û sîyasîya bêqezîyabûnê Jozêp  Borêl  7-ê îlonê tevî dêlêgasîya derecebilind çûye Hewlêrê, li kîderê rastî lîdêrên kurd hatîye.

Wextê hevdîtina tevî serokê partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk Mesûd Barzanî, Borêl rola lîdêrê kurde nava şerkarîya bona Kurdistanê û rola pêşmergaye nava şerkarîya dijî têrorîzmê, bilind qîmet kirîye. Ewî usa jî bona qebûlkirina nêzîkî du mîlîon mihacirên ji Sûrîyayê û yên mayîn razalixî elam kirîye û derheqa girîngîya bêqezîyabûnê, azadî û gulvedana cimeta Kurdistanê, usa jî piştgirîya Yektîya Avropayêye hindava Herêma Kurdistanêda daye dîyarkirinê.

Mesûd  Barzanî sirîya xweda bona piştgirîya koalîsîyona navnetewîye nava şerê dijî DAÎŞ-ê razalixî elam kirîye.

Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheq qezîya DAÎŞ-ye li herêmê û hilbijartinên li Îraqê çûye.

Jozêp Borêl usa jî ji alîyê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîda hatîye qebûlkirinê. Nêçîrvan Barzanî nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî Kurdistan seredanê bilind qîmet dike, ya ku nîşana nêzîkbûna  Yektîya Avropayêye tevî Îraqê û Kurdistanêye. Jozêp Borêl daye dîyarkirinê, wekî Yektîya Avropayê her dem piştgira Kurdistanê bûye û ew yek wê berdewambe.Ewî daye dîyarkirinê, wekî Kurdistan rola mezin nava qewînbûna Îraqêda dilîze û Yektîya Avropayê kemala mezin dide pêwandîyên Hewlêrê û Bexdayê.

Wextê seredana li Hewlêrê, Jozêp Borêl usa jî rastî serekwezîr Mesrûr  Barzanî hatîye, yê ku bona piştgirîya hindava Kurdistanêda razalixî elam kirîye.

Ji ofîsa serekwezîrê kurd elametî hatîye belavkirinê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî alîya derheqa xweykirina konstîtûsîya Îraqêda, wekehevtîyê, heqîtîyê û tifadarîyêda xeberdane. Xêncî wê yekê xeberdan usa jî derheqa hevkarîya êkonomîkîye di navbera Kurdistanê û Yektîya Avropayêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button