Sereke

Xeberdanên serokê Adirbêcanê usanin, wekî ew eşkere dighîjine faşîzmê: parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv

Teşkîla parêzerê mafên mêriv  beşên ji xeberdanên serokê Adirbêcanêye 26-ê tebaxêye li Abşêronê û 31-ê tebaxêye li Şûşîyê cuda kirine, yên ku derheqa dijminatîya dijî ermenîyada didine kifşê.Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan elam kirîye. Arman Tatoyan daye dîyarkirinê, wekî axaftinên serokê Adirbêcanê dijî cimeta Ermenîstanê û Arsaxêne, nava kîjanada usa jî gefxwerin, bêhurmetkirin û dijminatî hene. Bi gotina wî, axaftinên wî eşkere dighîjine faşîzmê. Arman Tatoyan gotîye, wekî hemû axaftinên wî cûreyî tên lêkolînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button