Sereke

Wezîrê parastinê rola rîya Qafqasîya Başûre hesinî, ya bona hewcetîyên hêzên sîlihkirî, girîng hesab kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan serokê hevaltîya “Rêyên Qafqasîya Başûre hesinî” Alêksêy Mêlnîkov qebûl kirîye.

Bi pîrozkirina wezîr, Alêksêy Mêlnîkovra qulixa wîye nûda açixî xwestine. Mêlnîkov pêrspêktîvên cîguhastina bara raber kirine.

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê rola  hevaltîyêye stratêcî girîng hesab kirîye, çawa nava karên sîvîl, usa jî bona hewcetîyên esker.Wextê hevdîtinê progiramên hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button