Sereke

Arşak Karapêtyan fermandarê aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Arsaxêyî tezekifşkirî qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê fermandarê  hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêze li Arsaxê, gênêral Mîxayîl Kosobokov û fermandarê baza Rûsîayêye li Ermenîstanê Dmîtrî Ovçarov qebûl kirine. Tevî hevdîtinê bûye usa jî wekîlê Rûsîyayêyî leşkerîyî li baylozxana Rûsîyaêye li Ermenîstanê Îgor Şçêrbakov.

Destpêka hevdîtinê, girêdayî qulixa nûra, Arşak Karapêtyan gênêral Mîxayî Kosobokov pîroz kirîye û bo wî açixî xwestine.

Wezîr usa jî fermandarê baza Rûsîyayêye li Ermenîstanê Dmîtrî Ovçarov pîroz kirîye, yê ku wê qulixêda nû hatîye kifşkirinê û derheqa girîngîya rola baza Rûsîyayêye li Ermenîstanê daye dîyarkirinê.

Wezîr cedandinên Fêdêrasîya Rûsîyayêye li herêmê, yên bona qewînbûna halê leşkerî û sîyasî, usa jî şuxulkarîya aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Arsaxê, bilind qîmet kirîye. Wextê hevdîtinê, fikir dora pirsên bêqezyabûna herêmêda jî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button