Sereke

Avroparlamênt: em derheqa piştgirîya hertimîda ya hindava Îraqê û Kurdistanêda îzbat dikin

Em careke mayîn derheqa piştgirîya xweye hindava Îraqê û Herêma Kurdistanêda, ya nava şerkarîya dijî têrorîzmê îzbat dikin. Derheqa wê yekêda seroka parlamênta Avropayêye pirsên tevî Îraqê Sara Skaytêdalê gotîye, wextê ku ewê êrîşa DAÎŞ-êye li ser polîsîya Îraqêye li Kirkûkê xeberdaye.

Sara Skaytêdalê  elametîya nivîsar, ya derheqa wê êrîşêda, raber kirîye.

“Dêlêgasîya ku bona pêwandîyên tevî Îraqê cabdare, careke mayîn derheqa piştgirîya xweye hindava hukumatên Îraqê û Herêma Kurdistanêda, ya  nava şerkarîya dijî têrorîzmê îzbat dike.Dêlêgasîya bangî Yekîtîya Avropayê û dewletên endam dike, ku piştgirîyê  nava goveka bêqezîyabûnê û parastina mafên mêrivda, bi taybetî nava hilbijartinên 1O-ê cotmehêda, bidine Îraqê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button