Sereke

Barzanîyê lîdêr: destanînên Herêma Kurdistanêye niha nava encamên şorişa îlonê û cangorîdayînêda hene

Destanînên sîyasîya li Herêma Kurdistanê, nava encamên şorişa îlonê û cangorîdayînêda roja îroyîn hene. Derheqa wê yekêda Mesûd  Barzanîyê serok, girêdayî 6O salîya şorişa îlonêye dijî rêjîma Îraqêra, gotîye.

Şorişa îlonê bi serkarîya Mistefa Barzanîyê rehmetî, 11-ê îlona sala 1961-ê destpê bûye, çawa dayîna bersiva hukumata Îraqê, wextê ku kurd xwestin mafê xwe pêşda bikişînin. Wî çaxî  hukumata Îraqê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk jî çawa  partîya fermîye li welêt qebûl nekir.

Bi gotina Mesûd Barzanîyê serok, hemû beşên civaka kurd tevî wê şorişê bûn û wana piştgirî da hêzên pêşmerga. Opêrasîyonên leşkerî sala 197O-yî sekinîn, peyî kîjanara hevraxeberdanên edil destpê bûn.

“Hemû destanîn, şerkarî û bûyarên  sîyasî berdewama şoreşêye”,- Mesûd  Barzanîyê serok gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button