Sereke

Pêşezana ji Rûsîyayê: li Qafqasîya Başûr hal nêzîkî teqînêye

Li Qafqasîya Başûr hal nêzîkî teqînêye, telîmên tirka-azêrîyaye leşkerî bi berfirehyî tên derbazkirinê, bi taybetî  nava Tirkîyayêda, li Nexçêvanê, li ber sivdera  Laçînê. Derheqa wê yekêda pêşezana ji Rûsîyayê, îranzan Karînê Gêvorgyanê gotîye.

“Armancên van telîma gelekin û dikarin bi hêsanî werguhêzî halê sertbin û dew-doza nû destpêbe.Bi hesabhildana wê yekê ku telîmên leşkerî çi cûreyî tên derbazkirinê, bi çiqasîva ez fem dikim, ew bi rastî opêrasîyonê li ser sînorê tevî Îranê hazir dikin ku wê beşê dagirkin. Bona Têhranê ev yek xeta sore û Îranê bi fermî elam kirîye ku heger hewcetîya tevgirêdana Adirbêcanê tevî Nexçêvanê hebe, wî çaxî Îran hazire hemû mecalên bona çêkirina wan tevgirêdana bide çareserkirinê.Xêncî wê yekê Îranê bi têksta zelal elam kir, wekî ew dijî dagirkirinên hindava  yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanêye. Li fona wan telîma, Têhran eskerê xwe li ser sînorê tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê dide berevkirinê. Tê bêjî Îranê gerekê ew yek li alîyê Afganistanê bikira, lê li vê herêmê berevkirina esker tê mîyaserkirinê”,-pêşezanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button