Sereke

ŞAY gerekê pêşîya çûyîna xweye ji Sûrîyayê eşaretîyê bide kurda

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê eşaretîyê bide kurdên Sûrîyayê, heger ew biryarkin ku wê eskerê xwe ji Sûrîyayê derxin, û wê yekê gerekê gav bi gav bikin. Derheqa wê yekêda wekîlê şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîke li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Basam  Sakêr  gotîye.

Hevtîya derbazbûyî ajansa îranî “Al-Alem”-ê dabû dîyarkirinê, wekî hêzên amêrîkî sê baregehên xweye  li Sûrîyayê hiştine.

Paşê wezîreta parastinê daye dîyarkirinê, wekî ew behsên derheqa wê yekêda ku eskerê amêrîkî ji Sûrîyayê derdikevin, ne anegorî rastîyêne.

“Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dibêjin, wekî ewê li Sûrîyayê hetanî wî  çaxî bimînin, hetanî ku şerkarîya tevî DAÎŞ-ê ser hevda neyê. Lê em  nizanin ku ewê bimînin, yan na. Heger ew dixwezin herin, ew gerekê wê yekê gav bi gav bikin, lê carekêra neçin, û ew gerekê eşaretîyê pêşda bidine me”,-Sakêr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button