Sereke

Ararat Mîrzoyan û Toyvo Klaar pirsên bêqezîyabûna herêmê gotûbêj kirine

13-ê îlonê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.

Ararat Mîrzoyan û wekîlê Yekîtîya Avropayê pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmêda gotûbêj kirine.

Alîya derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava doranên koma Mînskêda xeberdane.Wezîrê karên der gotîye, wekî xweykirina rêjîma agtrbestê bona qewînbûna herêmê girîng e. Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêwîst e ku dîlên ermenîye leşkerî û usa jî dîlên sîvîl paşda bêne vegerandinê û propaganda dijî ermenîya neyê berdewamkirinê.

Wezîrê karên der usa jî daye dîyarkirinê, wekî hazirîya hêzên azêrîyaye neqanûnîye li ser têrîtorîya Ermenîstana serbixwe û mîyaserkiria telîmên leşkerîye li zona dew-doza Qerebagê zyanê didine cedandinên dêêskalasîya li herêmê.

Wextê hevdîtinê usa jî dora hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê fikir hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button