Sereke

Baylozê ŞAY: dawîya salê emê tevî pêşmerga opêrasîyona dijî DAÎŞ-ê mîyaserkin

Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Bexdayê Mêtyû Tyûlêr elam kirîye, wekî ewê tevî pêşmerga dawîya vê salê opêrasyîona dijî DAÎŞ-ê mîyaserkin.

Anegorî behsa  «Al Hurra» -ê, baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirîye, wekî ewê opêrasîyonê mîyaserkin û piştî wê yekê rola Ştatên Yekbûyîye li Îraqê wê derbazî êtapeke mayîn bibe.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî piştî derxistina hêzên amêrîkîye ji Îraqê, Îranê cêribandîye cîhê vala tijî bike. Bayloz bîr anîye, wekî hemû komên ku piştgirîya Îranê dikin, yên dijî Amêrîkayêne û Baydên pêşda gotîye wekî bêqezîyabûna Îraqê bêqezîyabûna temamîya  Rojhilata Navîne.

Bayloz daye dîyarkirinê, wekî ewê opêrasîyona tevayî tevî pêşmerga û eskerê Îraqê derbazkin bona ku welat bidine bêqezîyakirinê. Baylozê amêrîkî usa jî êrîşa ser firegeha Hewlêrê gunehkar kirîye û serda zêde kirîye, wekî cînarên Îraqê dicêribînin DAÎŞ-ê bidine aktîvkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button