Sereke

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokrtîk gotîye wekî ew dikare derbazî rola sîyasî bibe

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm  Ebdî ew yek îzbat kirîye, wekî pêşerojêda ew dikare nava admînîstrasîya cîhda cîhê xwe qulixa admînîstratîvda bigre. Ew pirs wextê berevbûna li înstîtûta Waşîngtonêye stratêcî û sîyasî hatibû dayînê û ewî ew yek niha îzbat kirîye. Wextê sêmînarê pirs dane Mezlûm Ebdî ku  gelo  ew têra dibîne nava şêwira Sûrîya Dêmokratîkda cîhê xwe bigre. Ebdî ew yek îzbat kirîye, wekî pêşda her dem hîvî kirine ku ew wê yekê bike.Feqet, wextê şerkarîya dijî DAÎŞ-ê, ewî rola parastinê jî hildabû ser xwe. Niha êrîşên komên DAÎŞ-ê ye biçûk berdewam dibin.

“Niha, wextê ku hal hinekî edil bûye, hîvî ji Mezlûm Ebdî dikin ku ew paşda vegere ser rola admînîstratîv û ew nava wê yekêda pirsgirêkê nabîne”,- Raşa Al Akêdîya lêkolîner û seroka progirama sûbyêktên nedewletîye li înstîtûta  Newlines –ê, gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button