Sereke

Rûsîyayê hemû sînorên Ermenîstanêye ji alîyê hemûyada naskirî mînanî sînorên xwe biparêze: sênator

Rûsîyayê hemû sînorên Ermenîstanêye ji alîyê hemûyada naskirî mînanî sînorên xwe biparêze, bi hesabhildana endamtîya nava Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda. Derheqa wê yekêda wextê pira têlêvîzîyonêye teşkîlkirî, sênatorê Fêdêrasîya Rûsîyayê, endamê komîsîya şêwira Fêdêrasîyonêye karên der Andrêy Klîmov gotîye.

Klîmov bersiva wê pirsa Spûtnîk Armênîyayê daye, ku gelo Rûsîya çawa wê yekê dinihêre ku Adirbêcan nêzîkî endama NATO-ê Tirkîyayê dibe.

Bi gotina wî, doktrîna Rûsîyayêye leşkerî usaye, wekî  bi parastina dewleta xwe û tifaqdarên xwe, Rûsîya dikare li ber hemûya jî ber xwe bide, lê ne tenê li ber endameke NATO-ê. Û ew hemû alî bona kîjana ew yek hewaskare, derheqa wê yekêda baş zanin.

“Em bi hemû alîyava lê dinihêrin. Pêşezanên me hene, yên ku serederîyê wê yekê dikin, lê çawa ku min got, kemala wêye rast heye. Minê şêwir neda tu kesî ku ew yek bicêribanda, ku ew yek çawa dikare bibe”,-sênator gotîye.

Klîmov ser wê fikirêye, wekî “kontrola” wî cûreyî wê bona tu kesî baş xilaz nebe, hevalkarên Enqerê wê yekê baş fem dikin.Bi gotina wî, Moskva dicedîne dîna xwe bide prînsîpa “Zyanê nede”.

Em bîr bînin,wekî van axirîya hêzên Adirbêcanê û Tirkîyayê telîmên leşkerîye tevayî zêde kirine, nava wanda usa jî yên li ser sînorên Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button