Sereke

Toyvo Klaar daye dîyaririnê, wekî Yekîtîya Avropayê wê piştgirîyê berdewam bike

Nîkol Paşînyanê serekwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye. Bi qîmetkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêye dînamîk, serekwezîr seredanên serokê encûmana Avropayê û wekîlê komîsîya Avropayêye li Ermenîstanê girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî niha hukumat bi encamên wan seredana dixebite.

Toyvo Klaar armanca Yekîtîya Avropayêye sîyasî daye îzbatkirinê û gotîye, wekî piştgirîya bona Ermenîstanê wê berdewam bibe.

Pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên pêşxistina govekên cuda-cuda de çûye.

Fikir dora helkirina pirsgirêka Qerebagê da hatine pevguhartinê. Derheqa girîngîya destpêkirina hevraxeberdanên nava dorana koma Mînskêda hatîye dîyarkirinê. Alîya usa jî pirsên derheqa herêmê û vekirina rêyêyn herêmêda pêşda kişandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button