Sereke

16-ê îlonê serokatîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê derbazî alîyê Ermenîstanê bibe

16-ê îlonê serokatîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê derbazî alîyê Ermenîstanêbe. Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê  ragîhandîye. Ajansê daye dîyarkirinê, wekî ew elametî ji alîyê berdevkê organîzeyê Vladîmîr Zaynêtdînovda hatîye belavkirinê.

«Bi hesabhildana wê yekê, wekî sala 2O21-2O22-a serokatîya organîzeyê derbazî  Ermenîstanê dibe, Nîkol Paşînyanê serekwezîr wê pirsên welatê xweye pêşin raber bike, kîjan gerekê bêne mîyaserkirinê»,- ewî gotîye.

Ewî usa jî elam kirîye, wekî wextê civînê wê dêklarasîya şêwira bêqezîyabûna organîzeyê bê qebûlkirinê û cêrge dokûmênt wê bêne îmzekirinê. Pirsên derheqa razîkirina eskerên organîzeyê bi sîlihên wedê nihava wê bêne gotûbêjkirinê. Xêncî wê yekê usa jî byûcêya organîzeyêye sala 2O22-a wê bê lênihêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button