Sereke

Helkirina pirsgirêkê tenê bi rêya rastkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê dikare bê mîyaserkirinê: bersiva baylozxana ŞAY

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, çawa hemsedira koma Mînskê, dîsa li ser wê tabîyê dimîne ku pirsgirêka Qerebagê bi rêya sîyasî bê helkirinê û li ser wê fikirêye, wekî tenê bi rêya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê ew yek dikare bê mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê gotine Armênprêssê, wextê ku bersiva  elametîya berdevka wezîreta Adirbêcanêye karên der Lêyla Abdûlayêvayê dane.

“Çawa hemsedira koma Mînskê, em dîsa li ser wê tabîyêne ku pirsgirêka Qerebagê bi rêya sîyasî bê helkirinê. Bona gihîştina wê armancê, em bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dikin ku çiqasî zû dikarin bin bandora hemsedirên koma Mînskêda derbazî gotûbêjkirina bibin.Tenê helkirina anegor dikare heleqetîyên di navbera herdu welatada bide normalkirinê û îzinê bide binelîyên herêmê ku tevayî nava qewilên aşîtîyêda bijîn”,-ji baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button