Sereke

Human Rights Watch-ê bangî Şêwira Avropayê kirîye ku dijî Tirkîyayê sanksîya bidine xebatê

Human Rights Watch-ê bangî  Şêwira Avropayê kirîye ku dijî Tirkîyayê sanksîya bidine xebatê. Derheqa wê yekêda anjansa  kurdîye Rûdawê ragîhandîye.

Roja ewlin, ya hevdîtina  komîtêya wezîrên Şêwira Avropayê, seroka  Human Rights Watch-ê ya alîyê pirsên Tirkîyayê Êmma Sînklêr Wêbbê wextê birîfîngê gotîye: “Pêşnîyarên meye hîmlî, yên girêdayî vê civînêra, ewin ku komîtê gerekê bêje Tirkîyayê ku ew Osman Kavala û Salhedîn Dêmîrtaş aza berdin.Wede hatîye ku komîtê dengê xwe bide lênihêrandina teribandina mafaye ji alîyê Tirkîyayêda û ew yek wê bide kifşê ku pêşerojêda dijî Tirkîyayê sanksîya bidine xebatê”.

Meremê vê yekê ew e, ku welat qirarên mehkema Avropayê mîyaserkin.

Osman Kavala dijî serokê Tirkîyayê ye û ji sala 2O17-da girtî ye. Wî nava wê yekêda gunehkar dikin ku pêwandîyên wîye tevî Corc Soros hene.

Salhedîn Dêmîrtaş serokê HDP-yî berê ye, yê ku ji sala 2O16-da girtî ye. Wî gunehkar dikin bona wê yekê ku pêwandîyên wîye tevî PKK-ê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button