Nîkol Paşînyan tevî civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dibe
Îro, 16-ê îlonê, li Duşembê bi sedirtîya serokê Tacîkstanê Êmomalî Rahmon civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv derbaz dibe.
Tevî civînê dibin serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko, serokê Qazaxstanê Qasim Comerd Tokayêv, serokê Qirqizstanê Sedîr Caparov, serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Tacîkstanê Êmomalî Rahmon. Tevî hevdîtinê dibe usa jî sêkrêtarê organîzeyêyî serek Stanîslav Zas.
Endamên şêwira bêqezîyabûna kolêktîv pirsgirêkên bêqezîyabûna navnetewîye herêmî û encamên şuxulkarîya organîzeyê gotûbêj dikin. Pirseke girîng jî girêdaîye halê Afganistanêra û hukumkirina wêye li ser bêqezîyabûna welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv.
Wextê civînê gerekê dêklarasîya şêwira bêqezîyabûna koloêktîv bê qebûlkirinê.
Usa jî cêrge dokûmêntên derheqa aşîtîparêza wê bêne îmzekirinê, yên ku wê şuxulkarîya eskerên organîzeyê bidine çareserkirinê. Byûcêya organîzeyêye sala 2O22-a jî wê bê gotûbêjkirinê.
Ji meha îlonêda serokatîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv derbazî Ermenîstanê dibe.