Sereke
Kêggîns: kurd tevî ŞAY li Îraqê û Sûrîyayê dijî têrorîzmê şerkarîyê dikin
Qulixçîyê Ştatên Yekbûyîye leşkerî Maylz Kêggînspêşda berdevkê koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê bûye.
Destpêka vê mehêda Kêggîns qulixeke nûda cîhê xwe girtîye. Ew ketîye nava Şêwira Nyû Yorkêye navnetewî.
Wextê xebata xweye qulixa berdevkê koalîsîyonêda, Kêggîns kurd qîmet kirine û nava kurdada gelek hevalên wî hene.
“Pêwandîyên mine tevî cimeta Kurdistanê û kurdaye li temamîa dinîyayê gelekî başin. ŞAY tevî hêzên leşkerîye cîhda xebitîye, çawa li Îraqê, usa jî li Sûrîyayê.Kurd hevkarên Amêrîkayêye nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ne”,-Kêggîns gotîye.