Sereke
Nêçîrvan Barzanîyê serok tevî wezîra Brîtanîyayêye karên der pirsên pêwandîyên dualî gotûbêj kirine
Wezîra Brîtanîyayêye karên der Lîz Trassê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qebûl kirîye.
”Ez rastî wezîra Brîtanîya Mezine karên der Lîz Trassê hatime û çawa tevbûyê hevdîtina ewlin, min ew pîroz kirîye”,- Nêçîrvan Barzanî Twittera xweda nivîsîye.
“Me pêwandîyên xweye dualî gotûbêj kirine”,- ewî gotîye.
Em bêjin, wekî Nêçîrvan Barzanîyê serok roja çarşemê, bi seredana sêrojêva, çûye Brîtanîya Mezin. Roja ewlin ew rastî wezîrê Brîtanîyayêyî parastinê Bên Wollês û nevsên leşkerîye mayîn, usa jî çend endamên parlamêntê, hatîye. Roja pêncşemê ew rastî spîkêrê Palata Lorda Con Makfol hatîye.
Lîz Trass wezîra Brîtanîyayêye tezekifşkirî ye. Rasthatina wêye tevî Nêçîrvan Barzanî hevdîtina wêye fermîye ewlin e.