Sereke
Welatên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê polîsîya leşkrî, organa lêpirsînê, dadgehê û mehkema sazkin

Serokên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, wextê civîna li Duşembê, bernama derheqa sîlihkirina hêzên organîzeyê bi sîlihên wedê nihava îzbat kirine.
Çawa ku RÎA Novostîyê nivîsîye, usa jî qayîlnivîsar hatîye îmzekirinê, bi kîjanê têra tê dîtinê polîsîya leşkerî, cesûsîya leşkerî, dadgeha leşkerî û mehkema sazkin.
Endamên organîzeyê bernama derheqa cîhwarkirina pareskerên organîzeyêye li Asîya Navîn, girêdayî halê Afganistanêra, dane zelalkirinê. Girêdayî parastina sînorên başûrra, hatîye sozdayînê ku gavên anegor biavêjin.
Ermenîstan, Bêlarûs, Qazaxstan, Qirqizstan, Rûsîya û Tacîkîstan dikevine nava Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv. Civînên şêwira organîzeyêye bêqezîyabûnê wê dawîya vê salê li Yêrêvanê derbazbin.