Sereke
Armanca alpînîstê kurd ew e, ku ala Kurdistanê li ser çîyayê Êvêrêstê dayne
Wextê hevpeyvîna tevî “BasNews” –ê, alpînîst Ranc Omerê ji provînsîya Dihokê gotîye, wekî armanca wî heye ku ala Kurdistanê dayne ser serê çîyayê Êvêrêstê.Ewî gotîye wekî birîyara wî cûreyî ewî sala 2O17-a qebûl kirîye, dema ku ewî ji serokê Kurdistanêyî berê Mesûd Barzanî ala Kurdistanê çawa dîyarî stendibû.
Îlona sala 2O17-a, wextê rêfêrêndûma bona serbestîya Kurdistanê, Omer bi alêva li herêmê gerîyaye. Çawa nîşana qedirgirtina welatparêzîya wî, Mesûd Barzanî ew silav kirîye û ala Kurdistanê pêşkêşî wî kirîye.
Meremê Ranc Omer heye ku nîsana sala 2O22-a hilkişe ser çîyayê Êvêrêstê.