Sereke
Ez hazirim bona qewînkirina heleqetîyên dostîyê tevî We cedandina bidine xebatê: Sî Sînpîn Armên Sargsyan pîroz kirîye
Girêdayî cejina serbestîya Ermnîstanêra, serokê Çînistanê Sî Sînpîn serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan pîroz kirîye.
“Ji navê hukumata Çînistanê, cimeta Wê û ji navê xwe, ez We û cimeta Ermenîstanêye dost, girêdayî 3O salîya Serbestîyêra, pîroz dikim.
Çînistan û Ermenîstan nava pirsên ku berjewandîya raber dikin piştgirîyê didine hev.
Ez heleqetîyên ermenîya-çîna bilind qîmet dikim û ez hazirim tevî We bona kûrkirina hevkarîyê cedandina bidine xebatê.
Bo We tendurustîya baş û bona cimeta ermenî aşîtîyê û gulvedanê dixwezim”,- nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê.