Sereke

Serokê ŞAY Baydên, girêdayî 3O salîya serbestîya Ermenîstanêra, Paşînyanê serokwezîr pîroz kirîye

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, girêdayî 3O salîya serbestîya Ermenîstanêra, pîroz kirîye.

“Birêz serokwezîr,

Ji navê cimeta amêrîkî We û cimeta ermenîra roja Serbestîyêye şa û çareserbûyî dixwezim.

Herdu welatên me bi heleqetîyên dîrokî, malbetî, dostî, nava wanda usa jî bi  1,5  ermenyên amêrîkîva yekbûyîne. Îsal emê 3O salîya heleqetîyên herdu welatên me bidine kifşê. Em hazirin pêşerojêda jî piştgirîyê bidine cimeta ermenî, ya ku rêya dêmokratîkva derbaz dibe.

Emê hevkarîya nava şerkarîya dijî koronavîrûsê  berdewam bikin, û bi wî meremî welatê me ji 14 mîlîyon dolara zêdetir piştgirî daye Ermenîstanê. Nava vê doranêda emê usa jî bona êkonomîka global hevkarîyê bikin.

Daxwezên mine here baş, yên bona cimeta ermenî, girêdayî 3O salîya serbestîyêra, qebûlkin.

Cozêf  R. Baydên”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button