Sereke

“Taşîr” têra dibîne nava senaya Ermenîstanê da, tûrîzmê û goveka bîznêsê da 13O mîlîyon dolara învêstîsîya bike

Hevaltîya “Taşîr”-ê bona pêşxistina qewata senayê, tûrîzmê û usa jî bîznêsê învêstîsîyayên 13O mîlîyon dolarî bîne Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda serokê koma hevaltîyên “Taşîr”-ê Samvêl Karapêtyan gotîye, wextê ku ewî bernamên hevaltîyêye nava pênc salada raber kirîye.

“Pêşkeftina êkonomîkayê bêyî pêşxistina senayê tiştê bûyînê nîne. Ew yek qewata deranînê zêde dike û cîhên xebatêva welêt dide çareserkirinê. Bona vî meremî 5O  mîlîyon dolar wê bêne başqekirinê. Goveka tûrîzmê hewca guhdarîya mezine. Li Ermenîstanê potênsîyala tûrîzmêye mezin heye. Bi wî meremî jî emê dîsa 5O mîlîyon dolara başqe bikin”,-Karapêtyan gotîye.

Goveka mayîn, bi gotina Karapêtyan, piştgirîya bîznêsa cahile û bona wan bernama 3O mîlîyon dolar wê bêne başqekirinê.

Bona çareserkirina bêqezîyabûna ênêrgêtîkî jî, bona nûkirina torên êlêktrîkî û sazkirina qewatên senayê, wê cuda 6OO mîlîyon dolar jî bêne învêstîsîyakirinê.

Bîznêsmênê ermenî bang dike ku hemû cedandina dora Ermenîstanê bidine berevkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button