Sereke

Gundên mezine bi binelîyên netewên kêmjimar pêwîst nîne bikin yek: Parlamentvanê kurd

Parlamêntvanê kurd, yê ji partîya “Peymana sîvîl” Kinyazê Hemîd Heseno,v ew fikir pêşda kişandîye, ku ew gund, piranîya binelîyên kîjana wekîlên netewên kêmjimarin, gerekê nekevine nava şuxulkarîya yekbûna gunda.

Çawa ku Armênprêssê ragîhandîye, Kinyazê Hemîdê parlamêntvan derheqa wê yekêda wextê guhdarkirinên parlamêntêye derheqa guhartinên qanûna derheqa parevekirina têrîtorîyayên Ermenîstnêye admnîstratîv gotîye.

Kinyazê Hemîd daye dîyarkirinê, wekî yekbûna gunda dikare alîyên xirab pêşda bîne. Ewî mînakek pêşda kişandîye û daye dîyarkirinê, wekî 11 gundên bi binelîyên netewên kêmjimar, yên li qeza Aragasotinê,  gîhandine hev û nava van sê salên dawîda encamên mezin tên dîtinê. Ewî gotîye, wekî nava 3O salîda tu rêyek nehatibû çêkirinê, lê roja îroyîn îdî rêyên sê gunda hatine çêkirinê.

Çi ku derheqa yekbûna gundên bi netewên kêmjimardane, Kinyazê Hemîd gotîye  wekî wê rastbe ku her gundek bi çanda xwe, bi xweykirina zimanê xwe bimîne, lê ew gund, li kîderê piranî ya miletekîye, wê diha rastbe ku wan gunda negihînine hev. Bi gotina wî, li kîderê binelîyên gunda wekehevin, ew yek gerekê bê hesabhildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button